PeyamaKurd - Endama encûmena nûnerên Iraqê ji fraksiyona PDKê li Parlamena Iraqê Xalîde Xelîl ragihand, fraksiyonên Kurdistanê helwasta xwe ya derbarê kabîneya nû ya Mihemed Tewfîq Elawî de îro radigihînin.
Parlamentara PDKê Xalîde Xelîl daye xukarin ku îro Yekşemê hemû fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê helwesta xwe bo hikûmeta Elawî ji raya giştî re eşkere dikin.
Xalîde Xelîl got, her çiqasî biryare îro deng ji kabîneya Mihemed Tewfîq Elawî dê bê dayîn jî, lê hîn ne diyare gelo rêjeya yasayî ya parlamenteran li civîna parlamentoyê amade dibe yan na.
Di civîna pênşema borî de ji 329 parlamenteran tenê 100 kes amade bûbûn û dengdana bawerîdana kabîneya Elawî bo îro 1ê Adarê hatibû paşxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin