Serok Barzanî wê bi sanda Bexdayê re bicive

Serok Barzanî wê bi sanda Bexdayê re bicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê Serok Mesûd Barzanî bi şanda Wezareta Navxweyî ya Iraqê re ku serdana Hewlêrê kiriye re bicive û li ser çend mijaran danûstandinê bike.

Şanda Bexdayê ya bi seroktiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê Yasîn Yasirî doh gihîştibû Hewlêrê.

Derbarê bernameya hevdîtinên şandeyê de, Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, “Em li bendê ne komîteyên xwe yên ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê amade bikin.”

Piştî vê serdana şanda Iraqê ku dê li ser hemû kêşeyên herdu aliyan danûstandinê bike, tê çaverêkirin şandeka Kurdistanê jî serdana Bexdayê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin