PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê li Pîrmamê pêşwazî li serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.
Hat ragihandin ku di civîna ku wezîrê darayî yê Iraqê Fuad Husên jî tê de amadehî kiriye de, behsa rewşa siyasî ya Iraqê û çawaniya çareserkirina krîza hikûmeta Iraqê hatiye kirin.
Serok Barzanî û şanda Iraqî herwiha behsa hemwarkirina qanûna hilbijartinan ya Iraqê jî kirine û dane zanîn ku divê her guhertinên di yasayan de werin kirin, di berjewendiya gelê Iraqê û welat de bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin