PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Amerîka bi zanîn peymanên bo kontrolkirina çekan xerab dike. Lavrov piştî civîna Konseya Dewletên Baltikî, bo çapemeniyê bi rêya video-konferansê agahiyan da. Lavrov got ku divê bi Amerîka re têkiliyên di sehayên îstîqrara statejîk û kontrola sîlihan de bên başkirin û weha got:
“Hemkarên me ji peymana Antî Balîstîk fuzeyan destpêkirin û çi peyman di vê sehayê de hebûn, bi zanîn xerab dikin. Niha peymana semayên vekirî jî di bin tehdîdê ye. Mijareka dinê jî mijara ku Amerîka sîlihên nukleerî ji Almanya bibe Polonyayê heye. Ev jî tê vateya îhlala peymana navbera NATO û Rûsyayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin