PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya hewil nade ku li Venezualyê ‘Sûriyeyeke duyem’ pêk were û amaje kir ku Rûsya ji bo venêrîna techîzatan leşkerî li Venezuelayê ye.
Lavrov li ser pirsa gelo Rûsya hewil dide li Venezuelayê ‘Sûriyeyek din pêk were?’ got ‘Na, hewildaneke me ya wiha tune. Me vêye bi awayekî eşkere got, tiştekî me ku em veşêrîn tune ye.”
Lavrov bibîrxist ku di sala 2001ê de bi Serokê Venezuelayê yê berê Hugo Chavez re rêkeftinek hatîye îmzekirin û ev peyman ji aliyê parlementoyê ve jî hatiyê pesendkirin, lewra bi tevahî li gorî Destûra Venezuelayê ye, “di çarçoveya vê peymanê de me piştgirîya kelûpelên leşkerî dabû Venezuelayê û niha jî dema venêrîna van kelûpelan hatiye. Tiştekî din tune.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin