Li 21 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Operasyona DAIŞê: 357 kes hatin binçavkirin

Dîroka Weşanê :
Li 21 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Operasyona DAIŞê: 357 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Piştî pevçûna li bajarê Yalovayê yê Tirkiyeyê ku tê de 3 polîsên Tirk hatin kuştin û 9 karmendên ewlehiyê birîndar bûn, li 21 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî DAIŞê operasyonên hemwext hatin lidarxistin. Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di van operasyonên berfireh de bi giştî 357 gumanbar hatine binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonê de li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Agirî, Çewlîg, Erzingan, Entab, Kilîs, Riha, Şirnex û Wanê serdegirtin hatin kirin û gelek kes hatin desteserkirin.

Li bajarên Tirkiyeyê jî li Yalova, Stenbol, Enqere, Edene, Antalya, Çorûm, Denizlî, Gîrsûn, Kastamonû, Konya, Mûgla, Nîgde û Osmaniyeyê operasyon hatin meşandin. Hat ragihandin ku gumanbarên li Stenbolê hatine girtin bi endamên şaneya DAIŞê ya li Yalovayê re di têkiliyê de bûne û lêpirsîna derbarê gumanbaran de berdewam dike.