Li Afxanistanê lehî rabû û 21 kes mirin

Li Afxanistanê lehî rabû û 21 kes mirin

PeyamaKurd- Li Afxanistanê bi sedema barana zêde lehî rabû û di encama lehiyê de 21 kes jiyana xwe ji dest dan. Li ser navê daîra têkoşîna bi afatên xwezayî re, cîgirê wezîrê dewletê Muhammed Eslem Siyasî bo çapemeniyê ragihand ku li bajarên Herat, Gur û Xazneyê barana zede hatiye û lehî rabûye.

Di nava miriyan de zarok û jin jî hene û 221 xanî jî xerab bûne. Ji bilî van, rê, zevî û kanalên avê zerarê dîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin