Li Almanyayê helîkopter ket!

Li Almanyayê helîkopter ket!

PeyamaKurd – Li herêma Frankonya Navîn a Almanyayê helîkoptereke sivik li herêmeke daristanê ket xwarê. Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Li herêma Frankonya Navîn a Almanyayê di encama ketina helîkopterê de 2 kes mirin. Rayedarên polîsan ragihandin ku piştî qezayê qadeke mezin a mayînan çêbûye û lêkolîn li cihê bûyerê dewam dikin.

Hat ragihandin ku qeza li taxa Hofberg a Gredînga, li navçeya Roth a di navbera Munchen û Nurnbergê de pêk hat.

Berdevka polîsan Janine Mendel diyar kir ku balafira ket xwarê helîkoptereke sivik a di pola "ultrasivik" de ye. Hat ragihandin ku di qezayê de 2 mêrên 50 û 76 salî yên ku di helîkopterê de bûn mirin.

Hat diyarkirin ku cihê ku hêlîkopter jê rabûye û rotaya wê ne diyar e û hat hînbûn ku pisporê Midûriyeta Lêkolîna Qezayên Balafiran a Federal (BFU) û ekîbên polîsên krîmînal sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Rayedaran diyar kirin ku lêkolîn dewam dike û derbarê sedema qezayê de lêkolîn dewam dikin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin