PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 26ê Tebaxa 2026'an li Hewlêrê pêşwazî li endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) ê ser bi Partiya Keskan Qasim Tahir Salih kir.
Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Parlamentoya Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de, bi taybetî di têkoşîna li dijî terorê de, ligel hewldanên wan ên ji bo malvandiniyê û alîkarîdayîna koçberên Êzdayî li Almanyayê bi bilindî nirxand.
Her wiha di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li herêmê û rêyên xurtkirina têkiliyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de di hemû qadan de hatin gotûbêjkirin.