PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) Serdar Yuksel, îro Yekşemê li paytex Hewlêrê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de spasiya hikûmet û Parlamentoya Almanyayê kir ku di rojên dijwar û di şerê li dijî terorê de piştgirî dane Herêma Kurdistanê.
Barzanî bi taybetî spasiya Serdar Yuksel jî kir û rola wî ya girîng a di hemû waran de ji bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Di civînê de Endamê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel jî ji ber pêşwaziya germ kêfxweşiya xwe anî ziman û rola Nêçîrvan Barzanî ya li hundir û derveyî Kurdistanê bilind nirxand.
Yuksel destnîşan kir ku rola Barzanî ya ji bo parastina pêgeha Herêma Kurdistanê, aştî û aramiya herêmê gelekî bibandor e. Di beşeke din a hevdîtinê de rûdanên dawî yên herêmê û xurtkirina têkiliyên Almanyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.