Li Azerbaycanê erdhej çêbû!

Li Azerbaycanê erdhej çêbû!

PeyamaKurd- Navenda Xizmetên Erdhejnasiyê ya Azerbaycanê ragihand ku vê êvarê bi lerza 5,2 erdhejek çêbû.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat gotin ku li eyaleta Kurdemir a 190 kîlometir li rojhilatê Bakuyê, bi hêza 5,2 erdhejek çêbû.

Hat diyarkirin ku erdheja ku 52 kîlometir di bin erdê de çêbû, li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.

Li ser vê erdheja ku bû sedema tirsa xelkê herêmê, Wezareta Rewşên Lezgîn a Azerbaycanê jî daxuyanî da û ragihand ku heta niha ji ber erdhejê, ziyanên malî û canî nehatine ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin