PeyamaKurd – Li bajarê Dêrezorê li navça Meyadînê êrîşê otobusa ku aîdê artêşa Sûriyê bû kirin. Êrîşê DEAŞê girt aliyê xwe. Li gor ragihandina ajansa Sûriyê SANAyê; êrîş li rojhilatê Dêrezorê li nêzî îstasyona petrolê ya duyem çêbûye.
Li gor ragihandina medya Sûriyê ya nêzî rejîmê; herî kêm 23 leşker mirine. DEAŞ ê jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandiye ku wan êrîş birine ser otobusa leşkerên Sûriyê.
Di ragihandina DEAŞ ê de hatiye gotin ku 40 leşker kuştine û 10 leşker jî birîndarin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin