PeyamaKurd- Li Amerîkayê li eyaleta Kaliforniyayê bi sîlih êrîşê dibistanekî kirin û herî kêm 5 kes birîndar bûn. Polîsan hişyariyê da xelkê da ji malên xwe derneyên. Rêvebiriya asayîşa Los Angelesê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku li bajarê Santa Claritayê ku nûfûsa wê 200 hezare û bi 48 km yan dikeve bakûrê rojavayê Los Angelesê, li bakelorya ya bi navê Saugusê êrîşeka bi sîlih pêkhatiye.
Hêzên asayîşê û tîmên teduristiyê li dibistanê tedbîran girtin. Di dibistanê de li dora 3 hezar xwendevan hene.
Nexweşxaneya Henry Mayo di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku 2 birîndar gihane nexweşxanê û birînên wan xedarin. 3 birîndar jî di rêde ne. Polîs niha li yekî ji asyayê ku li serê cil û bergên reş hene digere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin