Li dijî koçberan xwepêşandan li Îrlandaya Bakur çêbûn!

Li dijî koçberan xwepêşandan li Îrlandaya Bakur çêbûn!

PeyamaKurd - Li Îrlanda Bakur, di xwepêşandanên dijî koçberan de ku ji ber bertekek li hember bûyerek ku penaberek Sûdanî bi kêrê kesekî Îrlandî da destpêkirin, gelek wesayît û xanî hatin şewitandin.

Bûyer ku di şeva 8ê Hezîranê de li Belfast, paytexta Îrlanda Bakur qewimî, tê de zilamekî Sûdanî ku di sala 2023an de statuya penaberiyê wergirtibû, bi kêrê kesekî Îrlandî birîndar kir. Ev yek ji şeva borî ve li seranserê welêt bû sedema xwepêşandanan.

Xwepêşanderan, bi giranî li Belfastê lê di heman demê de li bajar û bajarokên din ên li seranserê Îrlanda Bakur, hêrsa xwe li hember penaber û koçberên neqanûnî nîşan dan, di heman demê de rexne li polîtîkayên koçberiyê yên hikûmeta Keyaniya Yekbûyî jî kirin.

Xwepêşandanên dijî koçberan zû veguherî pevçûnên kolanan ku zirar dan polîs, koçber û milkê giştî.

Xwepêşanderan, ku hin ji wan maske li xwe kiribûn, li Belfastê otobusek şaredariyê şewitandin, di heman demê de li rojhilatê bajêr, gelek xanî û otomobîl hatin şewitandin.

Serokwezîra Îrlandaya Bakur Michelle O'Neill jî postek ji X parve kir û got, "Zilamên rûpoş malên malbatan dişewitînin ji bilî hovîtiyek kirêt tiştek e. Civak ne sûcdar e. Ev hovîtiyek saf e."