Li Diyala di navbera malbatan de pevçûn çêbû: 5 kuştî û 11 birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Li Diyala di navbera malbatan de pevçûn çêbû: 5 kuştî û 11 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Diyala ya bi ser Iraqê 2 malbat pevçûn û bi çekan li hev xistin. Malbatên li hev xistine malbatên eşîra Haface ne û di encamê de 5 kes mirin û 11 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina Rûdawê, şer li bajarê Diyala nêzî Baqûbayê li nahiya Xan Benî Saadê îro piştî nîvroj qewimî. Di şer de sîlihên otomotîk bikaranîn.

Piştî rûdanê berdevkê çapemeniya rêvebiriya asayîşa Diyalayê Tuxgeneral Heysem Şemmeri encama peçûnê ragihand.

Şemmerî ragihand ku birîndaran bi ambûlansan şandine nexweşxana dewletê ya Baqûbayê. Nexweşxane ragihandiye ku rewşa hinek birîndaran baş nîne.

Saad ragihandiye ku hêzên asayîşê û artêşê şandine ciyê rûdanê da şer mezin nebe û hinek gumanbarên rûdanê xistine bin çav.