PeyamaKurd – Li DYAyê CEOyê şîrketa sîgortayê yê UnitedHealthcare, Brina Thompsin li New Yorkê di encama êrîşa çekdarî de hat kuştin. Li gor agahiyên polîsan; Thompson, di wexta sibê de, li Manhattanê dema ji bo civînekî diçû otêlê, ket ber êrîşekî çekdarî.
Êrîşker bi maske bûye û li benda CEO bûye. Li ber otêlê çend caran bi çekê li singa CEO daye û ji ciyê bûyerê bi bisikleta xwe reviyaye. Ceo birine nexweşxana Mount Sinai lê jiyana xwe ji dest daye.
Polîs şopandina kamerayan kiriye û li pey kujere. CEOyê şîrketa UnitedHealthcare Thompson 50 saliye û 3 sale ku CEOye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin