PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Parêzgeha New Mexico ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Frokeyeke şer a F-35 ketiye xwarê.
Kompaniya hilberîner a frokeyên F-35an Lockheed Martin diyar kir ku frokeya şer a F-35 ku ji Teksasê ber bi Californiayê ve diçû, li New Mexicoyê ketiye xwarê.
Kompaniyê diyar kir ku frokeya şer a F-35, li nêzî Frokexaneya Navneteweyî ya Sunportê ya li Albuquerqueyê piştî li Baregeha Hewayî ya Kirtland a New Mexicoê sotemeniyê stand kete xwarê.
Rayedarên DYAyî diyar kirin ku tîmên tenduristiyê arasteyî cihê bûyerê hatine kirin û dan zanîn ku tekane pîlotê frokeyê ku di dema ketinê de dikaribûye xwe ji frokeyê bihavêje, lê belê bi giranî birîndar bûye rakirine nexweşxaneyê.
Rayedaran her wiha diyar kirin ku şewata li cihê bûyerê hatiye vemirandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin