PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Etiyopyayê li herêma Gofayê di encama hez li erdê ket de 229 kes can dan. Ji rêvebirên eyaleta herêma başûr Alemayehu Bawdi ji bo çapemeniyê ragihand ku heza li erdê ketiye ji ber barana zêde çêbûye, heya niha xwe gihandine 229 cesedên zarok, zilam û jinan. Bawdi, weha dewam kir:
“148 mêr, 81 jin bi temamî 229 cesed hatin tesbîtkirin. Xebata lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Ji ber arazî gelek bi meyle, di xebatê de zor digihê xebatkaran û dibe jimara miriyan zêdetir bibe. Ji ber heza erdê zêdeye û çamûra herêmê zêde şile, gelek xebatkar din av çamûrê de noq bûne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin