Li Ewropayê, civîna awarte dest pê kir

Li Ewropayê, civîna awarte dest pê kir

PeyamaKurd- Ji ber dorpêçên li ser Rusyayê yên ji ber şerê li dijî Ukraynayê, li Ewropayê qeyrana enerjiyê her ku diçe kûrtir dibe. Li gorî nûçeyên ku ji çapemeniya Ewropayê hatin belavkirin, wezîrên enerjiyê yên welatên Ewropayê, civiyane.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, wezîrên enerjiyê yên Ewropayê, li Brukselê civiyane û ji bo ku xwe ji vê qeyrana enerjiyê rizgar bikin, li rêyên sûdewar digerin. Hat zanîn ku di civînê de dê yek ji mijarên sereke, buhayê tavanê be ku ji bo gaza Rusyayê bê pêşniyazkirin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku dê di civînê de hedefa bikaranîna kêm a elektrîkê jî were nirxandin û tê payîn ku mijarên buhayê tavan ê ji bo kompaniyên ku elektrîkê bi buhayê kêm hildiberînin jî werin nirxandin.

Her wiha hat eşkerekirin ku dê tevkariya ji kompaniyên gaz û petrolê ya ji neçarî, yek ji mijarên civînê be.

Beriya ku qeyran kûr bibe, welatên Ewropayê biryar dabû ku bikaranîna gaza xwezayî kêm bikin û ji çavkaniyên derveyî Rusyayê, enerjiyê peyda bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin