Li eyaleta Mississipiyê di çêbûna bablîsokê de 23 kes mirin

Li eyaleta Mississipiyê di çêbûna bablîsokê de 23 kes mirin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Mississipiyê di encama çêbûna bablîsokê de herî kêm 23 kes mirin û dibe di bin xirbên xaniyan de jimareka zêde mirov mabin.

Bablîsok, bi taybetî li gunda û hinek bajarokan xesara mezin daye mirovan, dar û dîrekên elektrîkê xesarê dîtin û bi deh hezarî kes bê elektrîk man. Hinek eyaletên din yên başûrê Amerîkayê jî ji bablîsokê xesarê dîtin.

Ne tenê bablîsok lê li hinek deverên Missisipiyê teyroka ku hebên wê mezinin bariyaye û gelek jî baran hatiye.

Li ser bûyerê, parêzgerê Mississipiyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe dikin û kesên pêdviya wan bi alavên tenduristiyê hene alîkariyê didin wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin