PeyamaKurd – Li eyaleta Mississippi ya DYAyê, li sê ciyên cuda lê bi hevre têkildar êrîşên çekdarî kirin û di encamê de 6 kes hatin kuştin. Yek gumanbarekî xistin bin çav.
Şerîfê herêma Clayê Eddie Scott ragihand ku li eyaleta Mississippiyê li Rojhilatê wê, nêzî sînorê Alabamayê li bajarokê West Pointê, bi hev ve girêdayî di êrîşên çekdarî de gelek kes hatine kuştin û kesekî xistine bin çav. Şerîf weha dewam kir:
“Bo civakê tehdîdekî nîne. Hêzên asayîşê lêpirsînê dewam dikin. Di wextekî kurt de wê agahî bên dayîn.”
Scott, bo kanalekî televîzyonê ragihand ku di êrîşan de 6 kes hatine kuştin.