Li Hemayê yekî jina û sê keçên xwe kuştin, paşê jî întixar kir

Dîroka Weşanê :
Li Hemayê yekî jina û sê keçên xwe kuştin, paşê jî întixar kir

PeyamaKurd – Li bajarê Hemayê ya Sûriyeyê pênc endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî lêpirsînên destpêkê yên Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê, mêrê malê pêşî jina xwe û sê keçên xwe kuştiye û piştre dawî li jiyana xwe aniye.

Cendekên her pênc kesan di hundirê malekê de hatin dîtin û di destpêkê de sedema mirina wan ne diyar bû, lê piştî lêkolînên tîmên taybet derket holê ku bûyer kuştineke navmalî û xwekuştin e.

Hate ragihandin ku lêkolîn ji bo eşkerekirina hemû hûrgilî û sedemên li pişt vê karesatê bi hûrgilî berdewam dikin.