Li Hindîstanê pirek hilwesiya: Bi dehan kes xeniqîn!

Li Hindîstanê pirek hilwesiya: Bi dehan kes xeniqîn!

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Hindîstanê ve hat ragihandin ku yek ji pirên herî dirêj ên hilawêstî yên Hindîstanê ku lı eyaleta Gujaratê ye, hilweşiyaye û di encamê de bi dehan kes ketine çem û xeniqîne.

Li gorî daxuyaniya Endamê Meclisa Gel a Hindîstanê Mohan Kundariya, di encama hilweşîna pirê de bi piranî jin û zarok herî kêm 90 kes xeniqîne û xebatên rizgariyê bi lez û bez dewam dikin. Kundariya diyar kir ku ew vê rewşê gelek cidî dibînin û ev bûyer ji bo wan cihê xemgîniyê ye.

Kundariya di dewama daxuyaniyê de ragihand ku ji ber di çemî de çemûreke zêde heye, bandoreke neyînî li xebatên rizgariyê dibe û ragihand ku ew hilweşîna pirê, bi barê zêde yê mirovan ve girê didin.

Wezîrê Karên Derve yê Gujaratê Harsh Sanghavi jî daxuyaniyek da û ragihand ku ev pira hilawêstî, li cihekî geştê ye û di dema hilweşînê de ji 150 zêdetir mirov li ser bûne.

Her wiha li gorî nûçeyên herêmî yên Hindîstanê jî di dema hilweşîna pirê de herî kêm 500 kes hebûne. Tê amajekirin ku ji 100î zêdetir kes jî hîn di bin avê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin