Li Îdlibê teqîn: 2 sivîl mirin

Li Îdlibê teqîn: 2 sivîl mirin

PeyamaKurd - Li Îdliba bajarê Sûriyeyê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û li gor agahiyên ewilîn du sivîl mirin, herî kêm 13 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Parastina Sivîl hat hildan, li navenda bajarê Îdlibê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê da jinek û zarokek mirin.

Piştî ku ekîbên Parastina Sivîl midaxale kirin û şûnda, birîndar rakirin nexweşxaneyên der û dorê.

Ji ber teqînê avahiyên der û dorê û gelek wesayîtan zirar dît.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin