PeyamaKurd - Li gorî raporta navenda mafên mirovan a Hall Weş û piştrastkirina saziyên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê, şevê din li bajarê Îranşehrê êrîşeke çekdarî rû da.
Çekdarên nenas li çarrêya Besîc û kolana Hafiz a bajêr, teqe li endamekî hêzên polîsê Îranê kirin û kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Fermandariya Întizamî ya rejîmê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi daxuyaniyeke fermî nasnameya wî polîsî eşkere kir û ragihand ku navê wî Îsa Ebasî ye û pileya wî cîgirê komser bûye.