Li Iraqê di ser hezar sindoqî de deng hatin betalkirin

Li Iraqê di ser hezar sindoqî de deng hatin betalkirin

PeyamaKurd- Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê ya Bilind ya Iraqê ragihand ku dengên ji hezar sindoqî zêdetir bi sedema ku bê ûsûlî di dengdanê de hatiye kirin, deng hatine betalkirin. Di nava yên betalkirî de, ji 6 welatên derveyê Iraqê hinek sindoq jî hene.

Komîsyon bi nivîskî peyamek ragihand û got ku di hilbijartinên 12 ê gulanê de temamê dengên di 1021 sindoqan de, betal kiriye. Sindoq ji deh wîlayetên Iraqê ne û hilbijêrên kampên koçberan di van sindoqan de dengên xwe dane.

Sindoqên herî zêde li Duhokê hatine betalkirin. Li Duhokê 224 sindoq hatin betalkirin. Li Musulê 195, li Kerkûkê 186 û Enbarê 101 sindoq hatin betalkirin.

Li derveyê welat jî li Amerîkayê 31 sindoq hatin betalkirin ku li derveyê welat jimara herî zêde ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin