Li Iraqê li dijî bikaranîna çekên bê kontrol operasyon hatin kirin

Li Iraqê li dijî bikaranîna çekên bê kontrol operasyon hatin kirin

PeyamaKurd – Li Iraqê bikaranînan çekên bê kontrol ku di nav gel de belav bûye û dibe sedema bûyerên kuştinê operasyon hatin destpêkirin.

Li gorî zanyariyan di operasyonên dawiya hefteya borî de ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kirin de, li gelek bajaran di encama serdegirtinan û kontrolên asayîşê de, hejmarek kes hatine girtin û çekên wan hatine desteserkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê di beyanameyeke xwe ya doh 8ê Îlonê de ragihandiye ku artêşê li Besra, Meysan, Diyale û Kerkûkê operasyonên dijî çekên bê kontrol pêk anîne ku gelek çek hatine desteserkirin û hejmarek kesên qaçax jî hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin