Li Îslandê skesta volkanîk a 2,5 kîlometreyan

Li Îslandê skesta volkanîk a 2,5 kîlometreyan

PeyamaKurd - Li Îslandê ji meha Kanûnê vir ve cara pêncemîn e li heman herêmê pergala volkanîk çalak dibe.

Navenda spaya jeotermal ku bi navê Gola Şîn tê nasîn û yek ji sembolên vî welatî ye, dîsa hat girtin.

Pisporên Enstîtuya Meteorolojiyê ya Îslandê diyar kirin ku dirêjahiya şkesta lavê 2,5 kîlometre ye.

Her wiha hat ragihandin ku şkest her ku diçe dirêjtir dibe.

Di dîmenên ku ji dûrahiyeke ewle hatine kêşan de kevirên bi teşeyê kadînan ên ku heta 50 metreyan bilind dibin têne dîtin.

Beriya teqîna roja Çarşemê jî li herêmê erdhejên dijwar hatibûn dozîn.

Li herêmê ji ber şkesta metirsîdar a volkanîk dîsa rewşa awarte hat ragihandin.

Santrala elektrîkê ya bi navê Svartsengi ya nêzî qada teqînê ye ku elektrîk û avê dide bi hezaran kesên li nîvgiravê dijîn jî hat valakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin