PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şewata li Çiyayê Faeta yê di navbera parêzgehên Lucca û Pisa ya Îtalyayê de derket, ji ber bandora bayê tund bi lez belav bû û qadeke nêzî 800 hektaran da ber xwe.
Ji ber nêzîkbûna şewatê ya cihên niştecihbûnê biryara veguhastina bilez a xelkê deverê hate dayîn û nêzî 3 hezar kes ji malên wan hatin derxistin.
Hat ragihandin ku şewat hîn nehatiye kontrolkirin û ji ber dûman û belavbûna agir li gelek gundên derdorê rewşa awarte hatiye ragihandin.