PeyamaKurd – Hêzên Rûsyayê êrîş birin ser payîtexta Ûkraynayê Kîevê û di encama êrîşa bi Balafirên Bêmirov teqîn çêbûn. Serokê Ûkraynayê Zelenski ragihand ku hêzên wan balafirekî bêmirov xistine.
Şaredarê Kîevê Vitaliy Kliçko, ragihand ku êvarê di encama êrîşa balafira bêmirov ya Rûsya de, li Kîevê teqîn çêbûne. Kliçko got ku li devera Solomyanskê di apartmanekî 4 qat de şewat derketiye û dewam kir:
“Li taxa Solomyanskê Kîevê teqîn hene û şewat heye. Bi îhtîmalekî mezin bandora enkaqa balafirê ye.”
Di wexta êrîşê û teqînan de sîstema hewayî ya bergiriyê bersivan daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin