PeyamaKurd – Li Lubnanê ji hêzên welatên cuda Hêzên Aştiyê hene ku di bin sîwana UNIFIL de dixebitin. Îro tabûra Fransayê ku di nav UNIFILê de dixebite, ket ber êrîşê û leşkerekî Fransayê jiyana xwe ji dest da.
Serokwezîrê Lubnanê Nawaf Salam ragihand ku hêzên aştiyê yên UNIFILê ketine ber êrîşekî û di encamê de leşkerekî Fransayê li Başûrê Lubanên di êrîşê de can daye û li ser rûdanê lêpirsîn dewam dike. Salam got:
“Êrîşa îro ya ku kirine ser UNIFILê ser tabûra Fransayê, ez şermezar dikim. Min ferman da ku rûdan bi temamê bikeve ber lêpirsînê û ji berpirsan hesab bixwazin.”
Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî, li ser êrîşê daxwuyanî da û tê de bangî rayedarên Lubnanê kir û xwest êrîşker bên dîtin. Macron weha dewam kir:
“Di êrîşê de leşkerekî Fransayê miriye û 3 leşker birîndarin. Delîlên heya niha hene, nîşan didin ku Hîzbûllah berpirsê êrîşêye.”
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew Hîzbûllahê xistiye hedefa xwe û êrîşên xwe yên ser Başûrê Lubnanê dewam dike. Lê piştî agirbesa ji bo 10 rojan, ev cara ewiliye ku êrîşan dike.