Li Girê Spî êrîşê ser 100 malbatên Kurd kirin

Li Girê Spî êrîşê ser 100 malbatên Kurd kirin

PeyamaKurd – Li ser daweta fermî 100 malbatên Kurd ji bo belgeyên xwe yên mulkiyetê teslîmî rayedarên Girê Sipî bikin, li nav bajêr ketin ber êrîşa grûbekî. Grûb erebeyên wan roxandin û Kurd ji bo canê xwe rizgar bikin ketin avahiya rêbebiriya bajêr. Di nav malbatan de jin û zarok jî hene.

Rêvebiriya Girê Sipî malbatan dawet kiribû da tapoyên xaniyan û erseyan îbrazî rêvebiriyê bikin ku berê ji ser warên xwe hatibûn koçkirin û niha bi konwoyekî ketibûn nava bajêr.

Dema Kurd gihan nava bajêr, hinek ji xelkê wê derê û terefdarên grûbên çekdar bi dar û keviran êrîşê malbatên Kurd kirin.

Piştî rûdanê rêvebirê herêma Kobaniyê İbrahim Müslim ji Rûdawê re ragihandiye ku bûyerê dişopînin û weha dewam kiriye:

“Em raste rast bi rêvebiriya Girê Sipî re di nav têkiliyan de ne û rûdanên ku bûne, çima bûne, bi berfirehî vedikolin. Ji bo zelakirina mijarê û zanîna sedema êrîşê, û çareseriyê koordînsayona me dewam dike.”

Li ser êrîşê, Komîta Koçberan ya Girê Sipî bi lezgînî daxwuyaniyekî nivîskî da. Komîte, êrîşa ser sîvîlan bi zimanekî tund şermezar kir û weha got:

“Malbatên navborî ji bo tapoyên xwe înraz bikin li ser daweta rêvebiriya Girê Sipî çûne wê derê. Niha ji 100î zêdetir malbat bi jin û zarokan ve di avahiya rêvebiriyê de hatine dorpêç kirin. Jiyana wan di talûkê de ye. Em bangî temamê pêwendîdarên cîh û navdewletî dikin ku bersiyariyê bigrin ser xwe, mudaxele bikin û jiyana sîvîlan biparêzin.”

Komîte ragihandiye ku divê kesên êrîş kirine tesbît bikin, wan ceza bikin û ji koçberên din xwestine ku heya ewlehiya wan ya canî nestînin û bi wan re koordînasyonê nekin, bila neçim Girê Sipî.