PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro danê sibehê, helîkoptereke ambulans a bijîşk jî tê de bûn, dema ji nav hewşa Nexweşxaneya Mugla ya Lêkolînê rabû, li dîwarê nexweşxaneyê da û kete xwarê.
Parêzgarê Muglayê İdris Akbiyik ragihand ku pîlot û bijîşk jî di nav 4 kesên di helîkopterê de can dane û da zanîn, helîkopter dema rabûnê ketiye hewşa nexweşxaneyê.
Hate diyarkirin ku helîkoptera ambulans dema rabûnê li avahiya nexweşxaneyê qelibî ye û ketiye xwarê. Xebatên li cihê bûyerê dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin