PeyamaKurd – Li Tirkiyê libajarê Aadana linavça Ceyhanê li gundê Adatepe di nav daristanê de cesedê mêrekî ku hatibû perçekirin dîtin.
Welatiyên ku bêhna nexweş dihat wan, rewşê ji bo tîmên 112an gotin û li ser bêhnê cendirme çûn ciyê bûyerê. Piştî xebatê, cendirme li pey bêhnê çûn û dîtin cesedekî perçekirî di nav daristanê de ye.
Li ser cesed nasname derneket. Ji bo tesbîta nasnamê, şeklê mirina wî zilamî, cesedê mirovî şandin morga tiba edlî ya bajarê Adana.