Li nêzîkî Silivriyê du keştî li hev qelibîn: 10 kes wunda ne

Li nêzîkî Silivriyê du keştî li hev qelibîn: 10 kes wunda ne

PeyamaKurd - Li Deryaya Marmarayê, 18 mîl li başûrê beravên Silivriyê, du keştiyên bazirganî yên bi navên "Tuğberk İmamoğlu" û "Alsu" li hev qelibîn.

Di encama qezayê de hat texmînkirin ku keştiya Tuğberk İmamoğlu noqî avê bûye û 10 deryavanên di nava wê de winda bûne.

Dema ku di keştiya Alsu de ti zirarên mezin nehatin dîtin, heta niha ti pewendî bi deryavanên windayî re nehatiye çêkirin.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Beravê û Fermandariya Ewlehiya Beravê bi helîkopter û keştiyên rizgarkirinê dest bi operasyoneke berfireh kirine.

Di heman demê de, bi rêya Radyoya Tirkî (Türk Radyo) anonsên lezgîn ji bo hemû keştiyên li herêmê hatin kirin da ku bala xwe bidin derdorê û di rewşa dîtina her nîşaneyekê de rasterast agahiyê bidin tîmên rizgarkirinê.