PeyamaKurd - Îro (12ê Adara 2026an) li Bendera Salalahê ya Omanê, ku nêzîkî sînorê Yemenê ye, tesîsên depokirina petrolê rastî êrîşeke giran a bi dronan hatin. Piştî êrîşê di tankên sotemeniyê de şewateke gurr derket û parastina sivîl a Omanê ji bo kontrolkirina şewatê ket nav amadebaşiyê.
Operasyonên li benderê hatin rawestandin
Ajansa nûçeyan a dewleta Omanê ragihand ku her çend êrîşeke dijwar pêk hatibe jî, di dabînkirina petrolê ya li hundirê welêt de tu astengî çênebûne. Lê belê, şirketa veguhastinê ya navneteweyî Maerskê ragihand ku wan hemû operasyonên xwe yên li Bendera Salalahê heta agahdariyeke din rawestandine. Şirketa ewlehiyê ya Brîtanî Ambreyê jî piştrast kir ku tesîs hatine hedefgirtin, lê zirar negihîştiye keştiyên bazirganî yên li herêmê.
Pizîşkiyan û Siltanê Omanê axivîn
Li gorî çavdêrên navneteweyî, ev êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye kirin. Medyaya Îranî ragihand ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi telefonê bi Siltanê Omanê re axivî kuye. Pizîşkiyan diyar kiriye ku bûyera li Bendera Salalahê dê ji aliyê wan ve were lêkolînkirin.
Ji aliyê din ve, Siltanê Omanê di vê peywendiyê de nerazîbûna xwe ya tund nîşan da û êrîşên li ser axa welatê xwe şermezar kirin. Siltan tekez kir ku kiryarên bi vî rengî aramiya herêmê dixe metirsiyê.
Guherîna hevsengiyan
Omana ku bi salan e di navbera Îran û welatên Rojavayî de wekî navbeynkara herî sereke kar dike, bi vê êrîşê re rasterast bû hedefa şetê leşkerî. Çavdêr balê dikşînin ser vê yekê ku eger Îranê ev êrîş kiribe, ev tê wateya peyameke tund ji bo hemû welatên herêmê yên ku bi Amerîka û Îsraîlê re hevkariyê dikin.
Rayedarên Omanî diyar dikin ku “dibe ku kontrolkirina şewata li benderê hinekî wext bigire,” lê ewlehiya herêmê niha di asta herî bilind de tê parastin.