PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhva di êrîşekî û pevçûnan de 1 sîvîl, 3 polîs û 2 mîlîtan hatin kuştin. Li gor çapemeniya Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê li devera Kohatê çekdarên mîlîtan êrîş kirin ser noqta polîsan. 3 polîs û kesekî sîvîl hatin kuştin.
Li herêma Lakki Marvatê jî mîlîtan û artêşa Pakistanê li hev xistin. Di pevçûnê de 2 leşker û 2 mîlîtan hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin