Li Pakistanê lehî rabû: 24 kes mirin

Li Pakistanê lehî rabû: 24 kes mirin

PeyamaKurd - Li Pakistanê ji ber barana zêde û lehiyê 24 kes di ber lehiyê de çûn û jiyana xwe ji dest dan.

Li gor ragihandina medya Pakistanê, li bajarê Karaçî yê paytexta eyaleta Sindh, şeva borî piştî baraneke zêde ya bêyî navber bo 16 demjimêran, lehî rabûye û erd heziyaye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku ji bilî lehî û heziyana erdê, stûnên xetên elektîrîkê qulibîne û herwiha xetên telefonê jî qut bûne.

Hat ragihand ku ji ber wergeriyane stûnên xetên elektîrîkê, 12 kes bi ber herîkana elektîrîkê ketine û mirine.

Hat diyarkirin ku li wê deverê xelkê ku di malên xwe de asê mabûn bi helîkopter û vîncan hatine rizgarkirin û herwiha li eyaleta Pahtunhvayê jî, ji ber barana zêde lehî rabûye û ax heziyaye ku li wê herêmê jî 12 kes mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin