Li Parlamentoya Norwêcê Newroz hat pîrozkirin

Li Parlamentoya Norwêcê Newroz hat pîrozkirin

PeyamaKurd – Şandeyeke Wezareta Bazirganî ya Herêma Kurdistanê bi mebesta bihêzkirina peywendiyên aborî û çandî li gel welatên derve serdana Norwêcê kir.

Şêwirmendê Wezareta Bazirganiyê Fethî Mihemed Elî Miderris di daxuyaniyekê de ragihand, piştî vexwendina Parlamentoya Norwêcê ji bo beşdarbûna di pîrozbahiya Newrozê de çûne Norwêcê. 

Mideris amaje bi wê yekê jî kir, di pîrozbahiya Newrozê de wan tekezî li ser giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê li herêmê kirin.

Norwêcê kêfxweşiya xwe ya ji bo pêşketin, aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da.

Biryar e ku di meha Nîsanê de, aliyên Norwêcê şandeyeke pilebilind ji sektorên cuda bişîne Herêma Kurdistanê.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.