PeyamaKurd – Di Parlamentoya Tirkiyê de, dema rûniştina duyem a derbarê budçeya sala 2023yan de pêk dihat, parlamenterên AKP û ÎYÎ Partiyê pev ketin.
Di pevçûna ku parlamentar bi kulman çûn hev de, parlamenterekî ji ÎYÎ Partîyê ji serê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Hat zanîn dema Parlamenterê ÎYÎ Partî Umit Yilmaz axaftina xwe dikir, nîqaşeke devkî di navbera wî û Wekîlê Serokê Grûpa AKPê Bulent Turan de derket.
Wekîlê Serokê Parlamentoyê Haydar Akar ku rûniştin birêve dibir jî 10 deqe navber da rûniştinê ku di wê maweyê de, alozî zêdebû û Parlamenterên AKP û ÎYÎ Partiyê bi kulman pevçûn.
Parlamenterê AKPê yê Bursayê Zafer Işik kulmek li Parlamenterê ÎYÎ Partî Huseyin Ors da ku ji ber hebûna pirsgirêka dil ya wî parlamentarê ji serê xwe birîndar bûbû, ew rakirin nexweşxaneyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin