Li Reqayê lehiyê jiyan rawestand: Kolan û mal bin av bûn

Li Reqayê lehiyê jiyan rawestand: Kolan û mal bin av bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Reqayê yê Sûriyeyê, piştî barana zêde û bahoza dijwar kolan, sikak û gelek cihên niştecihbûnê bin av man.

Li gorî agahiyên herêmî, ji ber rabûna lehiyê li gelek taxan jiyan rawestiya û welatî di derbasbûn û çûnûhatinê de rastî astengiyên mezin hatine.

Tîmên hawarçûnê û parastina sivîl li herêmê dest bi xebatên rizgarkirinê kirine û banga hişyariyê li niştecihên herêmê kirine ku ji malên xwe dernakevin.

Hat ragihandin ku barana gur li seranserê herêmê bandoreke neyînî li ser jiyana rojane kiriye û xisarên madî li mal û milkên xelkê ketiye.