Li Sûriyeyê 50 gorên komî hatin dîtin: Termên nêzîkî 3 hezar kesî hatin derxistin

Dîroka Weşanê :
Li Sûriyeyê 50 gorên komî hatin dîtin: Termên nêzîkî 3 hezar kesî hatin derxistin

PeyamaKurd – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku piştî rûxandina rejîma Esed, li deverên cuda yên Sûriyeyê heta niha 50 gorên komî hatine tespîtkirin. Li gorî daneyên Rewangehê, di van goran de termên 2 hezar û 865 qurbaniyan hene ku piraniya wan jin û zarok in.

SOHR di daxuyaniya xwe ya îro (22yê Kanûna Pêşîn, 2025) de diyar kir ku ev gorên komî li parêzgehên wekî Şam, Hums, Dera, Hama, Dêrazor, Îdlib û Helebê hatine dîtin. Hat destnîşankirin ku ev qurbanî encama "tawanên sîstematîk" in ku ji sala 2011an ve ji aliyê rejîma berê û mîlîşyayên wê ve hatine kirin.

Rewangeha Sûrî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navdewletî yên mafên mirovan kir ku bilez dest bi lêkolînan bikin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku cihên van goran wekî "belgeyên tawankariyê" bên parastin, nasnameya qurbaniyan bê tespîtkirin û berpirsên van komkujiyan li pêşberî dadgehên navdewletî werin darizandin. Tê texmînkirin ku hîn bi hezaran kesên din winda ne û dibe ku hejmara gorên komî zêde bibe.