PeyamaKurd – Li bajarê Sakarya li peravên Karasuyê bi sedema şertên hewayê yên xerab, keştiya biyanî ji kontrola ajotvan (kaptan) derket û ber bi bejayiyê de çû. Keştî barhilgire û 8 muretebatên keştiyê asê mane.
Li ser asê mayîna muretebatan, tîmên ewlehiya peravê bi desteka hewayî dest bi operasyona rizgarkirina muretebatan kiriye. Ji ber pêlên deryayê zêde bilindin, helikopter jî ketin nav xebatê.
Sedema derketina keştiyê ya ji kontrolê; bayê xwurt û ji ber xwurtbûna pêlên avê ye. Dema keştî li ser axê rûnişt, tîmên ewlehiya peravê gihan hawara wan muretebatan.
Hat ragihandin ku rewşa muretebatên keştiya barhilgir baş e.