Li ser deynê peran bi hev ketin: Kesekî mir û 3 kes birîndar bûn

Li ser deynê peran bi hev ketin: Kesekî mir û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Tokatê li navça Pazarê li ser deynê peran du teref şer kirin û di encamê de Mehmet Çokyaman (76) bi demançê hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan xerab e.

Rûdan seet li dora 15.00an dee qewimî. Hat ragihand ku li Şelala Ocaklı ya Pazarê Mehmet Çokyaman (76) û kurê xwe L.Ç. (50), dema li ciyê bûyer qewimiyene, leqayê mirovên ku di navbera wan de nexweşîn hebûye yê bi navê Y.Ç. (49) û hevalê wî yê balê M.A.Ş. (31) dibin.

Di navbera wan de munaqeşe çêdibe û her dû teref bi demançe û kêran li hev dixin. Di şer de Mehmet Çokyaman, L.Ç., Y.Ç. û M.A.Ş. birîndar bûn.

Li ser şerî cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Mehmet Çokyamanê bi demançê birîndar bû bû li wê derê miribû. Her 3 birîndarên dinê birin nexweşxana dewletê ya Tokatê. Hat gotin ku jiyana Y.Ç. di talûkê de ye.