Li ser girtina Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê daxuyanî hat dayîn

Li ser girtina Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê daxuyanî hat dayîn

PeyamaKurd - Wezareta Veguhestinê ya Iraqê derbarê girtina Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de daxuyaniyek weşand.

Wezaretê ragihand ku sedema girtinê "tenê pirsgirêkek teknîkî" bû û di nav çend saetên pêş de geştên hewayî wê ji nû ve dest pê bikin.

Berdevkê Wezareta Veguhestinê ya Iraqê Maysem Safi îro bi medyaya dewleta Iraqê re axivî.

Maysem Safi diyar kir ku girtina demkî ya Balafirgeha Bexdayê ji ber "pirsgirêkek teknîkî ya ji nişka ve" bû, û got:

"Ev gav wekî tedbîrek pêşîlêgirtinê ya lezgîn hate avêtin da ku asta ewlehiyê li gorî standardên navneteweyî were parastin."

Maysem Safi ragihand ku tîmên teknîkî yên pispor tavilê dest bi tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkê kirin û ev hewldan li gorî hewcedariyên Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Navneteweyî hatin kirin.

Berdevkê Wezaretê gotegotên ku dibêjin balafirgeh "ji ber sedemên ewlehiyê" hatiye girtin red kir, û got:

"Ev rapor di rastiyê de bingehek wan tune û ji hêla tu çavkaniyek fermî ve nayên piştgirîkirin.

Balafirgeh wê di nav çend saetên pêş de piştî ku karê tamîrkirin û vekolîna teknîkî qediya, ji nû ve were vekirin." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin