PeyamaKurd – Îro, 25ê Sibata 2026an, li ser rêya stratejîk a ku navçeya Fellûce bi paytext Bexdayê ve girêdide, qezayeke trafîkê ya pir giran û trajîk qewimî.
Di encama lihevketina çend wesayîtan de, agir bi wan ket û sêzdeh kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer wekî yek ji qezayên herî bixwîn ên salên dawî li parêzgeha Enbarê hat qeydkirin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyeke fermî nûçeya mirina heşt leşkerên xwe piştrast kir. Ev leşker komandoyên (Mugavir) Lîwaya 27an a Firqeya 7an bûn ku di bin sîwana Fermandariya Operasyonên El Cezîreyê de erkdar bûn. Wezaretê ev qezaya trajîk wekî windahiyeke mezin ji bo artêşê pênase kir û sersaxî xwest.
Berpirsê Ragihandinê yê Tenduristiya Enbarê, Mihemed Adil el-Qeysî, diyar kir ku ji ber hêza lêketinê û şewatê, 13 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî birîndar bûne.
Wêneyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, nîşan didin ku ji ber şewata mezin, wesayît bi temamî şewitîne û tenê xwelî ji wan maye.
Ji bilî leşkeran, 5 sivîl jî di vê qezayê de bûne qurbanî. Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e û tîmên taybet dest bi lêkolînan kirine da ku sedema sereke ya vê qezaya zincîrî eşkere bikin.
Parêzgeha Enbarê ji ber rêyên xwe yên dirêj û hatûçûna zêde ya leşkerî, car bi car dibe şahidê qezayên bi vî rengî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin