Li Siwêdayê dîsa ser dest pê kir

Dîroka Weşanê :
Li Siwêdayê dîsa ser dest pê kir

PeyamaKurd – Li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê ya ku piranîya xelkê wê Durzî ne, rageşî û şerê di navbera komên çekdar ên herêmî û hêzên alîgirên hikûmeta demkî ya Şamê de careke din gur bûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku di 11ê Mijdara 2025an de, li eniyên rojava û bakur-rojavayê parêzgehê di navbera şervanên Durzî û hêzên hikûmetê de şerên dijwar bi çekên giran qewimîn. Li gorî SOHRê, di van şeran de ti ziyanên canî nehatine ragihandin. Her wiha, hat îdiakirin ku êrîşeke bi firokeya bêmirov (drone) li dijî depoyeke cebilxaneyê ya nêzîkî çeperên şervanên Durzî pêk hatiye.

Dezgeha ragihandinê ya herêmî, Suwayda24ê jî da zanîn ku destpêka şer roja Duşemê bûye, piştî ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmetê gule li sivîlekî ji eşîra el-Hmeydanê reşandine dema ku ew li gel cotkarên din li ser erdê xwe dixebitî. Li gorî heman jêderê, ev bûyer bûye sedema zirara madî ya otobusan û şerekî tund di navbera her du aliyan de.

Ev şerên nû di demekê de tên ku di nîvê Tîrmeha borî de jî li parêzgehê di navbera şervanên Durzî û eşîrên Ereb ên bedewî de alozî derketibûn. Ew alozî bi destwerdana hêzên hikûmeta Şamê û Îsraîlê re kûrtir bûbûn û di 19ê Tîrmehê de bi agirbestekê bi dawî bûbûn.

Piştî wê agirbestê, hêzên ewlehiyê yên Sûriyê li seranserê parêzgehê belav bûbûn, lê kontrola navenda bajarê Siwêdayê hîn jî di destê komên Durzî de mabû. Şerê dawî nîşan dide ku agirbest têk çûye û rageşî li herêmê careke din zêde bûye.