Li Srî Lankayê dîsa çek teqiyan

Li Srî Lankayê dîsa çek teqiyan

PeyamaKurd - Li welatê Srî Lanka ku yekşema borî di encama 9 teqînên hevdem ên DAIŞê de, bi sedan kes hatibûn kuştin û birîndarkirin di navbera polîsan û komeke çekdar de şer derket.

Li gor zanyariyan, dema polîsan li ser gumanbarên êrîşên hefteya borî operasyon pêk dianî di navbera polîsan û çekdaran de şer derketiye û çek hatine teqandin.

Hat ragihandin, li Rojhilatê Srî Lankayê dema polîsan operasyon bi ser malekê de girtiye di navbera wan û çekdaran de pevçûneke çekdarî rû daye.  

Çavkaniyên herêmê ji medya cîhanî re derbarê bûyerê de ragihandin ku di mala operasyon li ser hatiye kirin de gelek al, unîforme, çek, êlekên bombekirî yên întixarê û kamerayên drone hatine desteserkirin.

Di encama êrîşên roja Paskalyayê yên yekşema borî de ku DAIŞê li xwe girtibûn de, li dor 300 kesên sivîl hatibûn kuştin û 550 kes jî birîndar bibûn.

Li Srî Lankayê ji ber metirsiya êrîşan îro nimêja înê hatibû qedexekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin