PeyamaKurd - Di şeva 7ê Tîrmehê de li navçeya Uskudarê ya Stenbolê kesên nasnameya wan ne diyar êrişî Goristana Surp Garabet a Ermeniyan kirin.
Li gorî nûçeyan AGOSê di ser diwarên goristanê de kesek an hin kes ketine nava goristanê û êrşî goran kirine. Di encama êrişê de 6 gor û kaniyek zirar dîtin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hêj berdewam dike.