Li Tacikistanê bikaranîna çarsefê hat qedexekirin

Li Tacikistanê bikaranîna çarsefê hat qedexekirin

PeyamaKurd – Li Tacîkîstanê bi qanûna nû ya ku li Meclîsê hat qebûlkirin, bikaranîna çarşefê hat qedexekirin. Şablon wekî cil û bergeke biyanî ya çanda welêt hat pênasekirin û lixwekirin, îthalkirin, firotin û reklama serpêlê hat qedexekirin.

Bi vê guhertina ku di nav 35 pêşnûmeyên qanûnên ku bi îmzeya Serokomarê Tacîkîstanê Emomalî Rahman ve hatiye îmzakirin de, bikaranîna çarşef, turban û cil û bergên ku sembolên Îslamî li ser hene bi awayekî fermî hat qedexekirin.

Li gor nûçeya Euronewsê, armanca qedexeyê parastina nirxên çandî yên netewî, nehiştina xurafetî û tundrewiyê û herwiha nehiştina îsrafê di merasîm û cejnan de hatiye ragihandin.

'Kesên li gor qanûnê tevnegerin wê bên cezakirin'

Li kesên ku qanûnê binpê dikin wê cezayên giran bên birîn. Ji sivîlan re 7 hezar û 920 somonî (25 hezar lîre), ji bo wezîfedarên dewletê jî 54 hezar (167 hezar lîre) û ji bo meqamên olî jî 57 hezar û 600 somonî (178 hezar lîre) dê bên cezakirin.

Tevî ku %99ê nifûsa Tacîkistanê Misilman in jî, lê li gorî daneyên fermî, ev demeke dirêj e li sazî û dibistanan dewletê çarşef qedexe ye. Li gel vê qedexeyê destûr nayê dayîn ku mêr rîha xwe jî berdin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin